Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

rêyên dîtir li wê deverê ne bûn çiku ne tenê tirimbêl lê
belê pez û sewal jî di wê rêyê re diçûn. Dolmîşa me bi
deqîqeyan dirawesteha gava kiriyên pêz derdikene
pêşiyê. Li ser rêyên wilo, ajotin pir zehmete. Lewra
divêt ku bêhna şifêran fereh be. Evdê dajot û şifirtiya
wî baş bû,lê xalê wî Şêxo ji ajotina wî ne razî bû. Her
kêlîkekê wî dibakiryêde: lawo Evdê, rehet bajo, rehet
bajo!


Lê ya rastî, Şêxo pispor bû di naskirina herêmên ku em
di nav wan re derbas dibûn. Di wê rêyê de, wî tiştekî
girîng şanî me da. Gava em gihane deverekê, Şêxo
bakir : vaye, vaye, vaye "kevirê qul"^5!


Min li ser kevirê qul ji bavê xwe (Mistefa Mihemed-
Reşad Zaza) bihîstibû, ku di sala 1933 an de binxet
bûbû Kurdistana Sûriyê. Lê tişta me dîtî; kevrê qul ne
mabû weke berê ku Insan û heywan û 'erebe di bin re
diçûn, çikû ew nîv xeleka kevirî ji banî ve herifî bû, û bi
tenê herdu stûnên wê (rayên wê) mabûn. Belê , me
kevrê qul jî dît , û em di nav herdu stûnên wî re derbas
bûn.


5



  • Di cenga cîhanê ya yekê de, salên 1914 - 1918 an, eskerê Rûs gihabûne wê
    deverê.

Free download pdf