Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Evdê ajotina xwe berdewam kir. Bellî bû jê ku ew
mirovekî bêdeng û di heddê xwe de ye. Bi gotineke
dîtir; bêhtir rengê zane û efendiyan lê diket,bi ser ku
wî ji dibistana ortê pêve tu xwendin ne kiribû. Lê li xalê
wî Şêxo; bêhtir rengê gundî û folklorî diket.Ew
mirovekî; sade, germ, û comerd bû.


Seet li dora nih û nîvan (21:30 deq), em gihane Bedlîsê.
Lê bes em di nava bajêr re ne çûn. Li binya newalekê
nêzîkî bajêr, polîsan em sekinandin. Piştî ku naskirin
em rêwiyên biyanîne, wan doza pesaportan li me kirin.
Min hinekî bi tirkî dizanîbû, lewra min fêhim kir çi ji
Şêxo dipirsin. Yekî ji wan polîsan ji Şêxo pirsî,go: "onlar
la tabanca var mi^6 ?".


Şêxo bersiv da,go: hayir abi. Onlar turist. Rusyaya
gidecekler. Rusyaya gidecekler^7!


Polîsan inza çûnê dane me. Evdê Dolmîşa xwe ajot û
me da kaş, û em ji wê newalê derketim.Dûvre,em li ber
xwarin- xanekekê rawestehan da em şîvekê bixun.


(^6) - Ma dermance bi wan re hene?
(^7) - Ne xêr ezbenî. Ew geştokin. Wê herne Rûsiyayê, wê herne Rûsiyayê!

Free download pdf