Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Em cemidîn heta ku em ji dolmîşê derbasî hindirwê
xwarin-xanê bûn. Çiku sireke dijwar wê şevê li wan
zozanan dihat. Coxrafiya wê herêmê û av û bayê wê
yekcar neweke ya Cizîra me ya Sûriyê yê. Heke beriya
10 seetan dinya li Qamişlo xweş û sayî bû,li vir
zivistaneke zivistan e!


Belê, Kurdistan welatekî mezin e, û rewşa hewayê jî lê
ne weke hev be!


Em her 5 heval li xwarin-xanê li dora masekekê
rûniştin. Destpêkê, şagirtiyên xwarin-xanê bi dehşet li
me meyzandin .Qey zarwan dixwestin bizanibin ka em
kîne? Gava naskirin ku em kurdin û ji Sûrî hatine,
gelekî keyfa wan hat û qedir û siyaneta me girtin. Wan
zarwan kebabne xweş ji goştê pezê çiyê ji me re
çêkirin. Me çayê jî li nik wan vexwar, û me hesabê xwe
da û em meşîn.


Me hew pirsî ka berê dolmîşê bi kû ve ye. Hemû mabû
bi hêviya Şêxo ve, ku serkirdayetiya dolmîşê careke
dîtir ketibû destên wî de. Em gelekî dûr ne çûn,
kîlomitrekê –didwan ne bêhtir. Dûvre, 2 rê li pêşiya me
derketin. Yek jê li ser destê rastê, ber bi rojhilat ve
diçû. Ya dîtir, li ser dest çepê, ber bi bakur ve diçû

Free download pdf