Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Şêxo ji kel diçû. Xuya bû ku mêrik şelişî û hew dizanîbû
bide ser kîjanê ji wan her du rêyan. Ji nişkave, Şêxo ser
milê çepê şikand û da ser rêya bakur. Dolmîşa me çû û
hat, û çû û hat, dûvre bi aliyê rastê ve meyil bû û kete
şerempoya rêde. Ya rastî em gelekî tirsehan, çiku
dolmîşa me ber bi qulbandinê ve diçû. Lê xudê Te`ala
em sitirandin û dolmîş ji şerempoyê ne derket heta ku
ji xwe re sekinî. Di nav wê tirsê û rewşa xirab de, kenekî
'ecêb em girtin. Wekat ew ji keyfa dihat, ku em
hemûçik sax-silamet ji wê qazayê filitîn. Em ji dolmîşê
derketin û hêdî hêdî me ew ji wê şerempoyê derxist.
Tiştek bi wan çenteyên me yên ku li ser serê wê bûn
ne hat, û weke berê ew girêdayî mabûn. Sedema wê
qezayê ew bû; ku ew rê ne zift kirîbû,lê bi tenê sêlak û
mêlak û nizanim çi li ser hatibû raxistin. Bi ser wilo ve
jî, wê şevê gelek baran li wir barî bû û rê hemû bûbû
herî û şemîtonk.Vêce hingî Şêxo xurt diçû, wî nas nekir
ku rê neçêkirye. Şensekî mezin bû ji me re ku ew qeza
li dereke rast qewimî. Lê ku li wan çiya û newalên
beriya Bedlîsê çêbûbane?, bêgoman yekî tenê jî Ji me
sax ne difilitî!.Tu derên dolmîşê ne perçiqîn,tenê
meqesa wê şikest. Şêxo aciz bû û pitpit dikir,lê tiştek bi
destên wî ve ne dihat ji bilî ku çûna xwe berdewam
bike.

Free download pdf