Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Em li dolmîşê siwarbûn, û Şêxo berê wê guhert û da
ser wê rêya dîtir ku diçû Tetwanê. Ji ber şikestina
meqesê, dolmîşa me hew karîbû weke berê xurt here.
Leza wê mabû li dora 50 km/set. Axir ,seet 12 yê nîvê
şevê em gihane "Tetwanê"


Gelekî dereng min bihîstibû ku Tetwan a me kurdan jî
heye. Berê min Tetwana ereban ya ku li Muxribê
dikeve nasdikir. Lê di 17 yê heyva 1ê de, sala 1991 î.
Ango di wê roja ku hêzên hevpeymana navnetewî dest
bi rizgarkirina Kiwêtê ji bin destên Faşîst û dagirkerên
Seddamiyan kiribûn;navê Tetwan a Kurdsitanê di
Radyo û televizyonan de hatibû weşandin. Nûçeyê
digot: Li bajarê Tetwanê, ku li rojhilatê Tirkiyê dikeve,
bi sedan kes rabûne ser xwe êrîşa hêzên hevpeymana
navnetewî ser ordiya Eraqê protêstodikin.


Hingê min ji xwe dipirsî : Tetwan! Gelo ma bajarekî bi
wî navî li nik me, li Kurdistanê heye?


Dûvre, ew kî ne yên ku li kolan û celdeyan protêsto
dikin?


Helbet bi min gelekî ne xweş bû ku hinek kurd ser
qesas û dijminê milletê xwe re werin. Nexasim ku gelê
kurd li hêviya wê seetê bû ku hêzên hevpeymanan li

Free download pdf