Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Seddam Hisên û rêjîma wî ya "Basiya faşist" bixin.
Dewelt serê wan hêzan jî, ordiya Seddam di Kiwêtê de
têkçûbû. Û piştî serhildana Kurdan di adara sala 1991 î
de, behreke mezin ji erdên Kurdistana başûr hatibû
rizgarkirin. Ew cara pêşî bû di dîroka nûjen de, ku kurd
li parçeyekî ji her çar parçeyên Kurdistanê azad dibin.


Bêgoman rêjîmên desthilat li Kurdistanê ne razîbûn ji
wan guhertinên girîng ku li Eraqê çêdibûn. Hê ji wilo
bêhtir jî, wan bi kîn û buxz û çavê dijminatiyê berê xwe
dabûne hikûmeta herêma Kurdistanê.Lewra jî,
pêwîste ser me Kurdan ku em bêhtir hişyar bin û hew
bi soz û derew û hîleyên dijminan werin xapandin. Dîse
jî, ferze ser me ku em pişta hevdu bigrin ji boyî azadî û
serxwebûna welatê xwe.


Em ji Tetwanê derketin bêyî ku em meqesa dolmîşê
çêbikin. Şêxo kir û ne kir, lê di wê nîv-şevê de tu
mîkanîk bi dest ne ketin. Piştî ku em qederekê çûn, em
rastî aveke mezin hatin. Min pirsî : Ev çi ave?


Şêxo got: ev Behra Wanê ye!


Matmayî û şa, min dîse pirsî : ev e Behra Wanê ?!


Şêxo tekez kir û got: belê, ev e Behra Wanê!

Free download pdf