Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Behra Wanê, berê hevalan hemûkan kişande xwe. Min
ji xwe re digot: nexwe em di ber Behra Wanê re diçin
?!.Ew Behra ku min hejêdikir bêyî ku ez wê bibînim,û
ew Behra ku gelek helbest û stran û çîrok ser hatine
gotin,û heke ku Behra kurdan ya vekirî nebe jî, lê Behra
Wanê ber dilê wan pir ezîz û bihagirane!


20 deqekî em di ber Behrê re çûn. Wê şevê tave- heyiv
bû. Vêce ji si'ûda me rêwiyan bû ku em wê avê çêtir
bibînin. Hino hino em ji ber Behra Wanê dûrdiketin.
Rêya ku em têre çûn, di nava deştekê re derbas dibû.
Lê mixabin, ew wilqasî ne ava bû û tu gundên mezin û
boş me li derê ne dîtin.Bi tenê, em pêrgî gundikne
piçûk bi rê de hatin. Ez ji xwe re diponijîm, û min di dilê
xwe de digot : yaho çima ev welatê; sipehî, xweş, û
zengîn wilo ne avaye?!


Dîse ez li xwe vegereham û min ji xwe re got: Wekat ev
deşt berê ava bû, û xelk û gund tê de hebûn. Lê ew
xirabûne û valebûne ji ber sedema polîtîka qirkirin û
mehûkirinê ku dewleta Tirk dehên salan dijê gelê kurd
li Kurdistana bakur pêkanîbû!


Piştî wê deştê, em qonaxeke baş di deverên asê re
(çem, newal, û çiya) derbas bûn, Û di seeta 2 an de piştî

Free download pdf