Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

nîvê şevê, em gihane bajarê Agirî, ku nêzîkî sînorê
Iranê dikeve. Wê seeta dereng bajar razayî bû. Li
celdeyên Agirî em rastî kesî ne hatin. Ji benzîn-xana
Batmanê ta Agirî,dolmîşa me gelek benzîn
şewitandibû. Lewma, Şêxo çavên xwe li benzîn-xanekê
digerandin qene dolmîşa xwe ji benzînê dagire. Axir, li
derveyî bajêr, em derbasî benzînxaneyekê bûn. Lê me
kir û ne kir, karkerê wê benzîn ne da me. Ji xwe wî derî
jî ji me re ne vekir.


Ji hindirû ve, pişt camê, wî êşareteke neyînî dida. Weke
ku digot: nîne, nîne, benzîn nîne!


Xuyadikir ku mêrik di tirseke mezin de bû. Lewma wî
ne dwêrîbû derî veke. Em kêlîkekê li wir man, me got
belkî benzînê bide me, lê bizavên me hemû vale çûn.


Bêşik, heq bi karkerê benzîn-xanê re hebû ku benzîn
ne da me. Çiku di rêjîma şixulê benzîn-xanan de, ji
mafên karkerên waye ku piştî nîvê şevê firotina
petrolê rawestînin. Lê di baweriya min de, sedema herî
girîng ku wî karkerî benzîn neda me, hebûna tirs û
kuştinê bû li Kurdistana bakur, û nexasim piştî ku şer
di navbera partiya karkerên Kurdistanê "PKK" dewleta
Tirk de, ji boyî mafên gelê kurd destpêkiribû.

Free download pdf