Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Piştî ku Şêxo hêviya xwe ji standina benzînê qut kir, wî
gote Evdê: Ka here bajo, ka here bajo! Emê tewekilê
ser xudê Te'ala bikin. Heke benzînê têra me kir, û heke
em di rê de man?


Sedestpêkiribû.dolmîşê ketibû destên Evdê de. Herdu
şifêrên me Şêxo û Evdê dolmîş bi dorê dajotin. Qeza ku
bi me re qewimî ne têde, lê herdu jî di ajotinê de hoste
bûn.


Dolmîşa me diçû û ji bilî min û Evdê yê şifêr pêve , tu
kes şiyar ne bû. Di seferê de,ez kêm caran dirazim. Û
nexasim di tirimbêlê de, ku ez nikarim rehet binivim.
Bêhtirî 2 seetan Evdê ajot. Piştre, seet 4:30 sibihê, wî
hevsarê ajotinê radestî xalê xwe Şêxo kir.


Hino hino dinya zelal dibû,dîse jî xurista wê devera ku
em têre diçûn, çiya û newal bûn. Ji xwe behreke mezin
ji coxrafiya Kurdistana bakur di wî nolî de ye. Di wê
qonaxa rê de, em di ber 3 gundikên 7-8 malî re derbas
bûn. Tu pêjna xelkê û pez û sewalan ji wan deran ne
dihat. Bi tenê çavên min bi pîrekekê ketin, ku dewlek
av di desta de bû. Rewşa wan deveran sar û asê û xirab
bû. Min ji xwe dipirsî: yaho, Çawa xelk li van herêmên
çiyayî yên bê guhdan debara xwe dikin ?!

Free download pdf