Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Ew qederek bû ku em derbasî sînorê wîlayeta Erzîromê
bûbûn. Û seet 6 ê sibihê, dolmîşa me li nava sûka
bajarokê Xoresanê rawesteha. Wê sibiha zû, qir bû li
Xoresanê. Me tevan sar bû, û em hemû jî piştî wê te'ba
rê birçî bûbûn. Lewma, me pirsa taştêyekê ji xwe re
kir.Lê wê seeta zû ji sibihê, tu xwarin-xane û dikan li
wir vekirî ne bûn. Bi tenê li qewhe-xaneyeke piçûk , ku
nûka sopa xwe ya li ser êzingan germ dikir, qedehek
çayê bi dest me ket.


Seet bûbû (7) heft. Şêxo û Evdê çûn pirsa mîkanîkekî
bikin da meqesa dolmîşê çêbike. Em jî derketin ser xwe
bigerin heta xwarin-xane vebin. Min pirsin ji hinekan
kirin, lê wan xwe xaşo-maşo kirin û xwe li zimanê
kurmancî ne kirin xwedî. Me got: qey xelkên vî cihî ne
kurdin bavo?!


Dûvre em dûrtir çûn, heta ku em di sûka pêz û sewêl
re derketin. Destpêkê 2-3 kes li wir hebûn. Piştre xelk
hatin. Wan pez û sewalên xwe tanîne firotinê. Sûk
hate dagirtin û bazarê bi kurmanciya gewir û bi 'irif û
adetên bazirganan,ango "bi silavê û desthejandinê "
destpêkir. Pir keyfa me hat û me gote hev : vpaye,
xelkên vê herêmê Kurdin!

Free download pdf