Hê me çenteyên xwe ne vekirbûn ku em hinek
hewceyiyên xwe ji wan derbixin , yekî bi ser me de girt.
Ewil-karekê, me got qey ew yek ji wan berpirsiyarên
otêlê ye,çiku mêrik got : Ez hatime binêrim ka çi arîkarî
ji we re gereke?
Min bi tirkî ji mêrik re got : tiştek ji mere ne lazim e.
Lê mêrik dev ji me ne qereha û got : ê ê ê , ka hûn çi
emir dikin?
Dîse min gotiyê de : ezbenî, em tiştekî naxwazin, û tu
hewceyiyên me nînin!
Ew guft û go min ji hevalan re diwergerande kurmancî
Rizo got : belê belê, em birçîne. Bêjiyê bila xwarin-
xaneyekê şanî me bide!
Min ji mêrik re got : zaro birçîne û dixwazin bixun.
Di cih de jî, wî got : fermokin!
Bi rê de, mêrik pirsî: hûn dixwazin çi bixun?
Min gotiyê de : birinc û tirşik, yanî xwarinên wilo germ.