Li aşxanekeke paqij, em her şeş li dora masekekê
rûniştin. Min û yê tirk bi hevre da û ststand.Dr.Evdê
pirsî go ew çi karî dike?
Mêrik behsa xwe kir: Ku ew gumrikçiye. Û bi 'eslê xwe;
ew çerkezîye. Herwesa wî got ku: mala wî li Stembolê
yê, lê ew li Qersê wezîfeya xwe di gomrikê de dike.
Ji nişkave, Birahîm got : gumrikeye ?, derew .Bi qesem
ew Muxbirçiye!
Yê tirk pirsî : ew çi dibêje?
Min lê vegerand : ew tiştekî nabêje, ew tiştekî nabêje!
Mêrik gumrikçî bane?,yan jî muxbirçî bane ?,qet ne
xem bû ji me re!
Xwarin hat. Me xwar û vexwar. Helbet mêrik jî bi me
re xwar, û wî qedehek araq jî vexwar. Piştre Rizo^8 heqê
sifrê jî da, û me da xwe em ji xwarin-xanê derketin. Lê
mêrik dev ji me ne qereha û got ezê we paşê bibînim.
Em jî vegerane otêla xwe, qene em hinekî ji wê ta'ba
rê xwe rehet bikin.
8
- Maliya me hemû bi hêviya Rizo ve mabû