Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Êvarkî piştî şîvê, yê "Qaşo gumrikçî" hat xwe li nik me
kire mêhvan. Virde û wêde , gotinek ji vir û gotinek ji
wir, wî dixwest me bikşîne şitexaliyê. pêşî mêrik behsa
pêşketin û demokarsiyê li Tirkiyê kir. Piştre, ew
dûvdirêj ser karîzma serok "Turgut Ozal" û rola wî ya
erênî di serkirdayetiya Tirkiyê de rawesteha. Herwesa,
wî xwe berda Sûriyê û serê me bi pirsê xwe : jiyana we
li wir çawaye?, û rêjîma "serok Esed" bi we re çawaye
? û nizanim çi çawaye? gêjkir!


Se'dûn gote min bêjiyê besse, wî serê me bir! Tirra
serokê wî, û tirra serokê me !. Wehh, Em hew dikarin
xwe ji vî se dê û bavî xilas bikin bavo ?!


Bi wê zirt û qerebalixa Se'dûn, mêrik hewhiwî û hew
wistênî jê hat.


Em kenîn, û ma îde me kenek kir! Yê tirk fihêtkar bû û
li ber xwe ket. Beriya ku mêrik ji cem me here wî doza
kîlokek çayê li me kir.


Lê tevde- mevde, me 2 kîlo çayê bi xwe re anîbûn.


Vêce, me li qayî (100 g) çayê û hinek çeqolat-meqolat
danê de. Ji kinarê xwe ve, wî soz da ku di gumrika
sînorê Tirkyê bi yekîtiya Sovyet re arîkariya me bike.

Free download pdf