Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Wê şevê, em dereng şiyar ne man. Hingî em
westehabûn bi rê de, û sibiha dîtir çûna yekîtiya Sovyet
li pêşiya me bû, her yek ji me çû kete nav cihên xwe
de.


Sibihî, seet heft û nîv, em ji xew şiyar bûn. Ewilkê me
tişt û mişt û çenteyên xwe dane hev. Dûvre, me parîk
nan kire ber dilê xwe de, û me hesabê otêlê da û em
derketne derve da em herne stasiyona tirênê. Stasiyon
ne dûr bû, lewma hevalên me bi meşê çûne wir. Ez û
Rizo mane li ber çenteyan. Wê kêlîkê, tu tirimbêl bi
dest me ne ketin. Lê erebekeke dewaran, ku sîpekekî
13 - 14 salî li ber bû, nêzîkî me rawesteha bû. Min ji Rizo
pirsî: Ka em çenteyên xwe bi vê erebê bibin?


Rizo got : de ka bêjyê!
min rabû ji kurik bi tirkî pirsî : Ma tu çenteyên me nabî
stasiyona tirênê?


Kurik got : belê, ezê we bibim!


Me û wî li ser kirêya erebê li hev kir, û me çenteyên
xwe barkirin û em meşîn.


Bi rê de, hate bîra min ku ez kurkê erebeçî bipirsim ma
tu ne kurdî?

Free download pdf