Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

amade bû, em ji xwe re li stasiyonê mijûl bûn û me
hinek xwarin kirî qene em bi rêde bixun. Li wir me
hemmalek û dikandarekî kurd naskirin. Herdu bi me ve
man, û herdu jî ji me re bêtexsîr bûn. Raste yê dikandar
bi kurmancî ne dizanîbû, lê ew mirovekî dilovanî û
welatparêz bû. Wî di nav min û xwe de – hinekî bi pirs-
got: tu dizanî em di hilbijartinaên perlamanî de beriya
çend rojan bi ser ketibûn?


Min gotiyê: erê, ez zanim!


Yê dikandar behsa hilbijartina 21 perlamanterên kurd:
Ehmed Turk, Leyla Zana, Xetîb Dîcle, Selîm Sadak;
Orhan Doxan û hevalên wan ji partiya DEP ê dikir Ku di
hilbijartinên dawî de bûbûne nûnerên gelê kurd di
parlamanta Tirkiyê de. Seet 11:30 deqîqe yê nîvro,
tirêna me ji stasiyonê qeliqî û hêdî hêdî em ji bajarê
Qersê derketin. Ew qonaxa paşî bû ku me li ser rêyên
kurdistana Bakur dibirî beriya em bigihine sînorê
yekîtiya Sovyet.


Ew herdu rojên ku me li ser rê û di nava deşt û bajarên
kurdistana jorîn de qedandin ji bîra min naçin. Belê,
Bakurê welatê me xweş û zengîne bi av û çem û deşt û
zozanên xwe û gelek tiştên dîtir. Lê mixabin ku ew

Free download pdf