welat ji aliyê nijad-perestên Tirkan ve bê guhdan û
wêran maye. Lê di baweriya min de,tişta xirab û şerma
herî mezin ewe; ku behreke ne hindik ji Kurdan li wan
herêman bi zimanê xwe napeyivin. Helbet ew
encameke xirab e ji wê polîtîka şovînîst re ku dewleta
Tirk dehên salan li Kurdistanê ajotibû. Lê di heman
demê de, gazinekî mezin li Kurdan bi xwe dikeve û
nexasim li yên bajarî ji wan, ku li xwe nanihin bi Kurdî
biaxivin û bêhtir hêz û hemeta xwe berdane ser
zimanê tirkî. Û weke ku tê zanîn- ziman xala bingehîne
di hebûna neteweyan de.Lewre, ferze ser me Kurdan
ku em bi zimanê xwe biştexilin û wî xweşik fêrbibin, da
xelk bizanibin ku em jî xwedî çand û zimanekî kevnare
ne.
zinar.mistefa
(Zinar.mistefa)
#1