Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Me bak ji ber serê xwe berda


Me çar hevalan( Ez û Seidûn Seidûn, rehmetiyê Rizo yê
Osê û Birahîm Mirad ), li hev kiribû ku em herin Mosko
pirsa kirîna 2 kolekên bîrên avê^1 yên artiwazî li wê derê
bikin.


Dr.Evdê Hacî jî, dixwest here serekî bide zar û zêçên
xwe ku li Mosko dijîn. Me dest bi kara xwe kir. Yê ku
pesaporta wî neyî çû pesaporta xwe çêkir. Dûvre, me
berê xwe da Şamê da em ji xwe re vîza yê ji balyozxana
Yekîtiya Sovyet bistînin.Piştî ku me hemû dokûkoment
û hewceyiyên xwe yên çûnê pêk anîn, di 27 heyva 10
an de sala 1991 ê, em ji Qamişlo derketin, û di qapiyê
Nisêbînê re em derbasî sînorê Tirkiyê bûn. Qonaxa pêşî
ku divîbû em bibrin da bi rêya bejê em


(^1) - Ji ber kêmbûna baranê li Cezîra Sûrî, hewceyiyek girîng ji kolana
bîrên Artiwazî re çêbûbû. Ji lewma, çandiyar û cotyarên herêmê lez
dabûn kolana wan bîran da pê çandiniyên xwe av bidin. Li Sûriyê, hê
bîrên Artiwazî bi kolekên kenvnî-klasîk dihatin kolan. Lê bi wext re, av
kêm bû û çû xwar de. Vêce pêwîstî çêbû ji anîna kolekên nûjen re ji
derveyî Sûriyê, ku bîr heta qonaxên kûr di erdê de dikolan.

Free download pdf