Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

yekitiya sovyet diçû ku me her (5) hevalan xwendina
xwe li wir timam kiribû.


Ew cara pêşî bû ku ez dihatme Ermenistanê. Ji me her
(5) hevalan, bi tenê çûn û hatinên Birahîm bi ser cîran
û gundiyên wî yên ermenî de hebûn, ku di sala 1966 an
de ji gundê Hilko^9 koçberî Ermenistanê bûbûn. Berê me
bi lênînkanê vebû, kû bi hijmara nifûsên xwe ve
bajarê(2) li Ermenîstanê .Nêzîka seet 9 ê êvarê, tirêna
me li stasyona wî bajarî rewesteha bû. Me tore û ecêb
li wê stasyonê ji aliyê gumrikçiyên Ermenîyan ve dîtin.
Îde ew ne gumirkçî bûn, lê belê ew di nolê muxlaçî û
nijdevanan de bûn. Ez bawernakim ku rêwîyek ji wan
rêwîyên ku bi tirênê hatibûn ji nav lepên wan şalatiyan
bêxisar filitî be! Gava dor hate ser me, em jî xisirîn û
me jî bêşa xwe da. Heval derbas bûn, mame ez.
Nizanim çilo, lê mohra Dr.Evdê ya paçvaniyê di
çenteyê min de derket! Yekî bêmrês ji wan
gumrikçiyan pirsî: ev çi mohre?


(^9) - Hilko: gundeke li dora Qamişlo dikeve.

Free download pdf