Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Min bi Rûsî gotyê: ev mohra hevalê mine!


Wî dîse pirsî: kîjan hevalê te?


Min lê vegerand: ya Evdê Hacî ye, ku berî çend xeberan
di gumrika we re derbas bûbû.


Wî bi kîn û buxz got: hê navê wî( Hacî) jî ye?!


Vêce min gotyê: ma te çi navê wî ye?


Me herdiwan da ber hev û bû qerebalixa me, û tu
nemayî ku em biberizne hev. Li ser wê xirecir û
qerebalixê, heval hatine bi min ve, û em herdu alî li ber
hev sekînin. ezbenî, gumirkçiyên ermenî ji desthilanîn
ketin, û mecbûr bûn ku bela xwe ji me vekin.


Bêgoman, meqseda wî gumirkçiyî ji tevdan û
hêlemaniya ser wê mohrê, ew bû ku perene zêde ji
min bistîne.


Gelekî aciz, em ji stasyonê derketin. Li derve, em rastî
herdu heval rêyên xwe yên çerkezî hatin. Zaro gelek
rehit bûn. Çiku çentekî wan li wir hatibû dizîn. Dr.Evdê
got: Dêmek rewş gihaye wê asta xirab li welatê
Sovyatan?!

Free download pdf