Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Dr.Evdê gotina xwe berdewam kir û got: Di dema
xwendinê de li sovyet, me karên wesa xirab ne dîtibûn!
Wê şevê, Birahîm berê me da(Aragats) nik hemşeriyên
xwe. Lê ji ber xetera hovdiz û rêbirên li stasyonê, ku
amadebûn bidne pey rêwiyên biyanî û wan bişelênin,
şifêrê posta ku me kirêkirî em yekser ne birne wir.
Camêr pêşî em birne mala xwe li Lênînekanê da şopa
me li ber wan muxlaciyan winda bike. Me qehwekek li
wir vexwar, dûvre me da ser rêya Aragatsê, û seet 1 yê
piştî nîvê şevê em gihane wir.


Wê seeta dereng ji şevê, hemşeriyên Ibrahîm ji ber
hatina me ji xew şiyar bûn, û bi comerdî û dilekî fereh
em pêşwazîkirin. Lê ji wê mala ku berê bi kufletê xwe
yê boş ve ava bû, tu kes ji "Ropên" û xwiha "Arûs" pêve
ne mabû. Vêce, çawa çavên Arûsê bi Birahîm ketin, wê
ji nişkave bi awakî folklorî û gundî bakir : "Pepûko,
Brahîmo, Lawo tu û van deran?!


Bi wan gotinên Arûsê yên sade û şîrîn, em hemû
kenîn.Heta ku Birahîm hew karîbû xwe ji devê me xilas
bike. Lê Birahîm got : Tekliyên malbata min û vê malê^10


(^10) - carê Birahim ji min re behsa wê malê dikir.

Free download pdf