Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

kûrin,lewma ez û wan li hevdu bistene. Ya rastî li seb
xatirê Birahîm, wan Zarwan em xweşik pêşwazîkirin û
gelek qedrê me girtin.


Ropên û Arûsê cihên me danîn û ji te'ba rê em zû di
xew ve, çûn


Sibihê piştî ku me taştê xwar, Ropên çû postekek ji me
re kirêkir qene em pê herne Yerîvanê. Ew jî weke
rêberekî bi me re çû, da arîkariya me li wir bike. Ropên
xortekî delal û efendî bû. Lê mixabin rewşa jiyana wî û
xwiha wî Arûsê ne xweş bû, û nexasim di warê aboriyê
de, ku halê wan tenik bû. Bi rê de heta Yerîvanê, wî ji
min re behsa kul û derdên xwe kirin. Ropên got : piştî
mirina dê û bavê min ne bi gelekî, birayê min ê mezin
"Cûzêv"^11 ji ser banê fabrîqa ku têde kar dikir ket û
jiyana xwe ji dest da. Di encamê de, pîrek û zarokên wî
yên hûr perîşan ketibûn.Vêce feqîrkê Ropên li ber xwe
diket ku ne dikarîbû arîkariya wan bike, çiku ew bi xwe
bettal û bêkar mabû. Yerîvan ne dûr bû ji Aragastê.
Şifêrê postê em bi seetekê gihandine wir. Li Yerîvanê,


11



  • min rehmetiyê Cûzêv nasdikir. Di salên 70 yan de, dema ku me li "Bako"
    dixwend, ew dihate wir nik Birahîm

Free download pdf