Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

xwe girtin û em derketne derve da em gerekê bidne
xwe.


Hê ji mêj ve min dixwest serekî werme Yerîvanê, lê
mixabin tu firsendeyên wilo minasib bi dest min ne
diketin. Bi ser ku min 5 salan xwendina xwe ya
endezyariyê li bajarê "Bako" paytexta Azirbêcanê-
kiribû, ku sînorên wan herdu komarên Sovyetî digihin
hev. Divêt ku ez li vir bînim zêmin; du sedeman ez
dikşandime Ermenistanê. Sedema pêşî, hebûna
kurdan bû li wir, ku min dixwest rewşa jiyana wan
nasbikim. Sedema didwan, min dixwest welatê
cîranên me yên Ermeniyan bibînim.


Gera me ya pêşî li nava sûk û celdeyên Yerîvanê 2
seetan domkir. Di wê meşê de, me li qesir û qonaxên
dîrokî yên bajêr temaşekir. Belê, Yerîvan weke
metropolekî kevin, bajarekî xweş e û hêjaye ku mirov
were ji xwe re çend rojan li wir bimîne.


Nîrokî, wextê firavînê, em derbasî aşxaneyekê bûn.Li
wir me kebab xwarin. Bi rastî kebabên wan xweş bûn.
Lê bi xweşbûna xwe, ew tucaran ne digihan wan
kebabên ku me li Qamişlo dixwarin. Piştre em
vegerane stasiyonê qene em xwe seetekê rehet bikin.

Free download pdf