Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Danê 'esrê , me dîse xwe berda bajêr qene em
wasteyeke çûnê ji xwe re bibînin, lê ew bizava me jî
boş çû. Em gelekî aciz bûn û me naskir ku rewşa çûn û
hatinê di hindirwê yekîtiya Sovyet de yekcar kambax
biwe. Wê şevê em di stasiyonê de man. Helbet 3
textan têra 5 zilaman ne dikirin. Ez bi xwe ne razam û
tu xew nekete çavên min de. Serê sibihê zaro rabûne
ser xwe û li bûfêyeke nêzîkî stasiyonê me taştêya xwe
xwar. Dîse me dest bi bizav û xebatên xwe yên çûnê
kirin, lê careke dîtir tiştek bi dest me ne ket. Vêce em
li sûk û celdeyan meşîn heta ku em ji qerem ketin. Di
rêya vegerê de, me firavînek ji : (nan, kolbsa^13 , bacanê
sor,û lemûnada^14 ) bi xwe re bire stasiyonê da em li wir
bixun. Piştî firavînê me hinekî xwe rehet kir, dûvre em
derketne derve qene em tiştekî ji xwe re bikin. Vêcarê
şensê me lêda û me cihên xwe di mikrokeke piçûk de
girtin ku berê wê bi Tiflîsê ve^15 bû.


Ji beriya ez behsa derketina me ji Yerîvanê bikim ku em
roj û dankî li wir mabûn ,wê baş be ku ez 2 gotinan ser


(^13) Kolbesa: Sicûqên goşt
(^14) - lemûnada : leymûnî (gazoza Sovetî)
(^15) - Tiflîs :Paytexta Gurcistanêye.

Free download pdf