Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

bighine Mosko, ji Nisêbînê ta Qersê bû. Lewma me li
geraca Nisêbînê pirs kir, ka çawa em bighine bajarê
Qersê?


Virde û wê de, piştî seetekê ji pirs û bazaran, me her 5
hevalan, û mirovekî Ermenî û keça xwe, û 2 kesên
Çerkezî jî, ji xwe re dolmîşek^2 heta Qersê bi 225
dolarên Emerîkanî girt.


Xwediyê dolmîşê û şifêrê wê, derket mirovekî Kurd ji
Qurdîsê. Navê wî "Şêxo" bû. Arîkarê Şêxo di ajotinê
de, kurê xwiha wî bû. Navê wî jî "Evdê" bû.Şêxo Dolmîş
qeliqand û me da rê.Berê, ez 2 caran di salên 1969 an
û 198 3 an de çûbûm Tirkiyê, lê rêya ku em vê care tê
re diçûn ne rêya berê bû. Şêxo em di wê rêya nû re ku
raserî "dehla Bûnisra û çemê Ceqceq" dikeve birin.


Em ketibûn neqebeke kûr û dûvdirêj de ji neqebên
çiyayê Torê. Di wan 40-45 deqîqeyên ku em di nava wî
çiyayî re çûn beriya em bighin Midyad û Estelê, ez
ketibûm mitale û xiyalên xwe de,her û her çavên min
di pencera dolmîşê re li derve bûn.


2



  • Dolmîş: Mîkrobaseke piçûk

Free download pdf