Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

dewaran hatin ku bar li wan bûn. Ji me re gotin sedema
wê yekê, qutbûna petrolêyê ji komarên dîtir. Pereyên
wan, ango "Rûbilê Sovyetî" gelek ji nirxa xwe winda
kiribû. Heke berê nirxa dolarekî emrîkanî dikre 3
rûbilên Sovyetî. Di vê hatina me de, nirxa dolarekî
gihabû (30) rûbilî. Ev faktor bi tena xwe xweşik dide
xuyakirin çiqasî aboriya xelkê ze'îfbiwe.


Di warê civakî de : Ji wê mana me ya kurt li Yerîvanê,
me dît ku xelkên bajêr mirovne rehet û qedir nasin.
Tiştekî dîtir jî bala min li wir kişand ;Li nava sûkê me
keç û xort û mêr û jin dîtin, ku kincên sipehî û modêl li
wan bûn. Ew jî lêva Firansawiyan hej xwe kirî û bi
tifrebûn.


Seet 3 yê piştî nîvro bû, gava ku mikroya me her 5
hevalan û 3 xortên ermenî girtî ji ber dergihê stasiyona
tirênê meşî. Piştî ku em ji bajarê Yerîvanê derketin,
Şifêrê me berê mikriwê da ser rêya Tiflîsê.


Mikro ya me li ser rêyeke çiyayî diçû. Ew deverên ku
em di nav wan re derbasdibûn, bi kend û kortên xwe
ve, hema hema layî xurista gelek herêmên Kurdistanê
bûn. Heta dinya rehnik bû, çavên min di pencera
Mikroyê re li derve bûn, û min ji xwe re li wê xurista

Free download pdf