çiyayî temaşedikir. Qonaxa 2 seetan em çûn, roj hino
hino diçû ava û reşatî dikete erdê de. Piştre ne bi
gelekî, yek ji heval-rêyên me yên ermenî li ber gundê
xwe peyabû. Herdu hevalên wî yên dîtir ku xelkên
Gurcistanê bûn, çûna xwe bi me re berdewam kirin.
Bi rêde , piştî ku em qedereke dîtir çûn, em rastî
Sûrpirîze intêrêsan hatin. Ji nişkave, mikro wa me li ber
dergihekî mezin ku rê hemû girtibû sekinî.
Min ji yê şifêr pirsî : ev çiye?
Wî got : ev hidûd e!
Vêce Rizo pirsî : ma hidûd di hidirwê Yekîtiya Sovyet de
çêbûne?
Yê şifêr birsiv da, go: ne xêr, nînin! Lê belê, ji boyî
ewlekarî û parastina xwe, van gundiyan ev dergih ji
xwe re li ser vê rêyê danîne.
Rizo dîse pirsî: vêce, wê çawa be?
Mêrik got : ne tiştek e, emê niha wî hidûdî vekin!
Yê şifêr ji mikriwê peyabû, û nêzîka 5-6 deqîqeyan ji
ber çavên me windabû. Dûvre, me dît va wê zilamekî
"kinikî , çelexwehrî, û şepqe di sera de" bi xwe re anîye.