Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Yê şifêr got: ev bekçiyê hidûd e. Wê niha dergeh ji me
re veke!


Qaşo "Bekçiyê hidûd", kilît ji berîka xwe derxist û ew
dergih bi 10 rûbilan,ango bi 30 sêntê emerîkanî vekir!


Bêgoman, tişta me li ber wî "hidûdî" dîtî, komîdyikeke
piçûk jê derdiket،lê bi tenê ew qaşûla sera sera bû ji
problêmê. Di cewher û rastiya xwe de, ew wêneyek ji
tiracîdiya milletên Sovyetî bû ku şer û kuştin û agir di
nav wan de pêketibû, û nemze ew şerê ku di nav
Ermen û Azirbêcaniya de çêbûbû.


Piştî sekna li ber wî hidûdî, şifêrê me ajot û rêya xwe
berdewam kir. Em 9-10 km çûn , yê şifêr got: Em nûka
derbasî sînorê komara Gurcistanê bûn. Di wê rêya
Tiflîsê de, em ji sûrpirîzan xilas nebûn , piştî ku em ji wî
hidûdî derketin bi qedera 2 seetan,di mikroyê de
surpirîzeke ne xweş bi me re der ket. Ji nişkave, herdu
xortên ermenî, ku bi me re diçûn,gotin : em di tor û
bextên we de, ku hûn me ji Azirbêcaniyan biparêzin!


Yek ji wan herdu xortan hat di neqeba min û Dr. Evdê
de rûnişt. Yê dîtir çû kete neqeba Se`dûn û Birahîm de.
Zaro ji dest hilanîn ketibûn, heta ku pesaportên xwe jî
radestî me kirin qene newne naskirin ku ermenîne.

Free download pdf