Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Me xatir ji hevdu Xwestin, û dîse me da rê û em meşîn.


Herdu seet û nîvên mayî ji rê ta Tiflîsê, em di deverên
asê re, gih di hêrikên bilind re, û gih di bestên kûr re
bihûrîn.


Seet 11:45 de. Di bin baraneke ku weke lûlika misîn
dihat, mikro ya me derbasî Tiflîsê bûbû، û yekser me
berê xwe da stasiyona tirênê ya bajêr. Qozê me li
Tiflîsê rabûbû, çawa em gihane stasiyonê, tirêna ku
berê wê bi Adlerê^17 ve bû, xwe amadedikir ji derketinê
re. Hema me rahişte çenteyên xwe û em ketine tirênê
de. Li hindirû, me şêfê tirênê dît. Ew gurcîkî wilo :"qutî,
giroverî, sipîçolkî bû". Me pêre bi rûsî da û stand.
Mêrik got : Ezê 5 cihan di kûpê^18 de bidme hewe, lê
hinekî bi pereyên zêde. Nirxa bîlêtê ji Tiflîsê ta Adlerê
bi 15 rûbilan bû, lê yê şêf serê nefsê doza 50 rûbilî kir.
Bê virde – wêde me qebûl kir,çiku piştî 5 rojan ji seferê,
em ji taqet ketibûn. Dûvre,50 rûbil ji me re ne
gelekbûn .Ew tevde - mevde dibûne dolar û nîvek.
Leyse,, min û Dr. Evdê û Birahîm cihên xwe di
kabînekekê de girtin. Se`dûn û Rizo cihên xwe di yeke


(^17) - Adler : Bajarekî Rûsîye, li ser derya reş dikeve.
(^18) - Kûpê : Rêjîmmeke di vagonên tirênê de, ku Kabîneyên wê ((yên razanê) ji
hev cuda ne.

Free download pdf