Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

dîtir de girtin,û seet 12 yê nîvê şevê, tirêna me ji cih
qeliqî.


Weke ku me got em ji te'ba felişîbûn. Ji lewra her yek
ji me çû ser cihê xwe û em ketin xew de.


Sibiha dîtir, seet li dora 8 an, em ji xew şiyar bûn. Piştî
ku me dest û riwên xwe şûştin, me pirsa taşteyekê ji
xwe re kir. Li bûfêya tirênê me tiştekî wilo zêde ne dît.
Lewma, çavên me mane li derve- li ser stasiyona ku em
bi berve diçûn-. Vêce gava tirêna me li wê stasiyonê
rawesteha, Biarhîm û Se'dûn ji vagonê peyabûne xwar
da nanekî ji mere bînin.


Herdu hevalên me ( Nan, penîr, mast, kolbesa, fêkî,
û lemûnada) ji wan pîrek û zilamên pîr ku carê
berhemên xwe tênine stasiyonan firotinê kirîn.


Me taştêyeke xweş xwar,û nexasim penîrê wan
gurciyan, ku gelek taze hatibû çêkirin.


Piştî wê taştêya nefîs,ez derketime Korîdorê û
pencereyek ji wan pencereyên vagonê min anî xwar,
da ez awirekê bidme derve. Xuristeke xiyalî li ber çavên
min ket, hawîrdor şîn û sipehî bû. Li wê herêma çiyayî,
xaniyên wan gurciyan bi awakî endezyarî xweşik ji

Free download pdf