Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

tepan çêkirî bûn. Li dora her malekê, çêlekek- didwên
firincî diçêrîn, û heta tirêna me ser erda Gurcistanê çû,
Xurista wê hemû dehil û devî û şînayî bû. Bêgoman,
Gurcistan bi cihê xwe ye girîng li ser derya reş û bi
xurista xwe ya şîn, yek ji wan komarên Sovyetî yên herî
xweş e!


Girgira tirênê bû li ser rêya hesinî. Ewê şûhek pey
şûhekê dida xwe û her û her berê wê bi Adlerê ve bû,
ku em hê qonaxa 7 seeta jê dûr bûn. Vêce da em sebra
xwe di wê rêya dûvdirêj de bînin, em her 5 heval hatin
di kabîna me de rûniştin û me ji xwe re behsa dinyayê
kir. Şitexaliyê şitexilî kişand û gotin hate ser têkçûna
pêrêstroyka Gorbeçov û nakokiyên di navbera wî û
"Borîs Yeltsin"^19 de, ku berê me ew babet bi hev re
gelek caran guft ûgo kiribû. Vêcarê em wî babetî di
tirênê de û di nav Rûsan de nîqaşdikin.


Min got : têkçûna pêrêstroykayê , gunihê Gorbeçov
bû. Raste wî dest bi karekî hêja kiribû, lê wî di nîvê rê
de betenaş kir û dev ji hevalên xwe yên retormator
gereha û li muhafezekaran vegereha heta ku ew bi xwe


19



  • Borîs Yeltsin : serokê Rûsiya federal bû piştî rûxandina yekîtiya Sovyet.

Free download pdf