Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

lê quliptin û bi inqîlaba 19- 21 ê tebbaxa çûyî li dijê wî
rabûn.


Se'dûn got :na, gunih yê herdu aliyan bû. Wan
nedikarîbûn nakokiyên di navbera xwe de
çareserbikin, û meselet bû qayiş û berberî di navbera
wan de, û di encamê de siyaseta pêrêstroykayê top
avêtibû.


De. Evdê Hacî, profêsorê edebiyata Rûsî bi ken got : ne
Yeltsine, û ne Gorbeçove, û ne muhafezekarin. Ew
hemû vir û derewan li milletê Rûsê perîşan dikin!


Rizo got : ka bavo bihêlin em jî kevrê xwe bavêjne wê
golê de. Wî û Birahîm jî ya xwe gotin, û nîqaşê dirêjkir
û bêhtir dengekî bilind stand, heta ku rêwiyên nêzîkî
me acizbûn. Lewma me şitexaliya xwe qut kir, û Se'dûn
û Rizo rabûn çûne kabîna xwe.


Xelkên Sovyet hej qerbalixa siyasî nakin.Di wan 5- 6
salên paşî de, serê wan ji wê xire-cira pêrêstroykayê
êşehabû.


Piştî wê guft û goyê, her yek ji me çû ser cihê xwe. Ez
bi xwe hilkişeham ser textê xwe, ku ser yê Îbarhîm re
bû, û nêzîka 2 seetan em di xew ve çûn .Çaxê firavînê,

Free download pdf