Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

em çûne bûfeya tirênê. Li wir, me nanek xwar. Tirêna
me derbasî sînorê Rûsiya federal bûbû.


Heta Adlerê, hê qedera 3 seetan çûn mabû, û seet li
dora 4 an, em derbasî stasiyona Adlerê bûn. Wê 'esrê,
dinya li wir sar bû. Yekser me berê xwe da kuleka
firotina bîlêtan. Ya me'mûr got : Îro tirên heta Mosko
nînin!


Me pêre da û stand,û me gotiyê em biyanîne ka tu ji
me re tiştekî nakî?


Wê jinikê tiştek ne kire destên me de,û em mecbûr
bûn ku em ji ber kulekê xwe bidne paş. Se'dûn ne
merdî ne kir, û wî êrîş berda ser kulekê. Hew me dît ku
pirqênî bi wê jinikê ket. Axirkê, ya me'mûr qayil bû ku
5 bîlêtan heta Xarkovê^20 bide me, lê bi bihakî giran. Wê
serê her neferekî 200 rûbil ji me standin. Nirxa bîlêtê
heta Xarkovê 50 rûbil bû. Vêce me ji Se'dûn pirsî : Te çi
gote wê hirpê heta ku ew cih dane te?


Se'dûn got : kurro me pirsin, peyva min lê xweş hat û
xilas!


20



  • Xarkov : Piştî Kîyêvê, bajarê didwaye li Ûkrayînayê

Free download pdf