Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Neyse, ya girîng ew bû ku me cihên xwe di tirênê de
girtin. Hezkî bila heta Xarkovê be jî. Me got çilo be,
emê ji wir bikarbin herne Mosko!


Seet 6 ê êvarê, tirêna me ya Xarkovê ji stasiyonê qeliqî,
û weke ku ji me re hate gotin; qonaxa rê ji Adlerê ta
Xarkovê 24 seet çûn bûn.


Sefera me ya Xarkovê ne xweş derket. Bi rê de, tirên
xirabû û zêdeyî çar seet û nîvan em rawestehan. Roja
dîtir, seet 10:45 deqîqeyê êvarê nûka em gihane
stasiyona bajarê Xarkovê. Wê seetê, berfeke hûr li wir
dibarî.Em derbasbûne hindirwê avayia stasiyonê da
em ji xwe re bîlêtan ji boyî çûna Mosko peydabikin. Li
wir, bi sedan rêwiyên lêva me hebûn. Bi rastî, min
bawer nedikir ku bîlet li wir bi dest me bikevin,lê
mesele hesanî derket, û me 5 bîlet kirîn bêyî ku em
pereyên zêde bidin.


Em hemû ji avayiya stasionê derketin ku em herin li
tirênê siwarbibin, ya ku amade bûbû ji çûnê re.

Free download pdf