Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Min li dehlê û wî çiyayî dinhêrt. Dihatin bîra min
gotinên yixtiyaran,ku behsa fêkiyê dehla Bûnisra
dikirin, yê ku etaran li ser keran tanîn li wan gundên
beriyê difirotin.


Çiyayê Torê(Çiyayê Kurdan), ku her û her min berê
xwe didayê de, gava ez ji gundê xwe "Xanaserê"
dihatme Qamişlo. Yan jî, ez berûvaj ji wir divegerame
gund. Di wan deqîqeyan de, min ne dikaribû berê xwe
ji pencerê biguherim.Wan kend û kortan, yan jî ez
bibêjim; wê coxrafiya piçûk ji xaka welatê min, taze
taze ez xistibûm bin bandora xwe de. Eha ji wir û
pêde, xweşbûn û zehmetî û romansiya çûna me ya
Mosko xuyakir


Dolmîşa me hêdî hêdî ser wê rêya çiyayî hildikşeha
banî. Nêzîkî rê, me xanîkekî şewitî dît. Ji nişkave, Şêxo
got: Beriya 2 rojan, zarwan êrîş berdane ser vê
noqteya leşkerî û ew wêran kirin!


Se'dûn pirsî : zaro kîne?


Şêxo got: Apoçiyan...Apoçiyan êrîş kiribûn ser wî cihî!

Free download pdf