Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Hew me dît ku tirên ji cih lebitî. Me dengê li wa kir û
me got : Kurro kanî wa pesaportan, waye tirên meşî!


Me pesaport û vîzeyên xwe ji nav destên wan derxistin
û em pey tirênê ketin. Ez ji Se'dûn bezatir bûm,çawa
ez nêzîkî deriyê vagonê yê vekirî bûm, min xwe pêgirt
û ez ketmê de. Lê Se'dûn ma li paş û ne giha tirênê.


Gelekî dilê min bi Se'dûn ve ma, ku bi tena xwe li wê
stasiyonê ma .Hedara min nehat. Min rabû yekser berê
xwe da şêfê tirênê, û bûyera ku bi me re qewimî min
jê re got.


Yê şêf got : ev tirêna "Bako" we. Û 20 deq dîtir, wê
tirêneke weke vê dîse were vir,û xudê heskê wê hevalê
te bi xwe re hilîne!


Yê şêf xebereke xweş gote min, lê dilê min ne kete cih
de, û ez mame di mitala hevalê xwe Se'dûn de, ku ew
cara pêşî bû piştî wêqas rêwêtiyê em ji hevdu
veqetehan.


Ew roja 7 an bû ku em bi rê de diçûn. Em gelekî
westeha bûn û mad bi me ve ne mabû, riha me hatibû
û ew bibû heftîk ku me serên xwe ne şûştibûn.

Free download pdf