Ez jî weke hevalan çûme ser cihê xwe di wê vagona
giştî^22 de. Êşeke zor di serê min de bû. Min xwe li ser
têxt dirêjkir da ez binivim. Wext berî nîvê şevê bû. 3- 4
deqîqe di wê navê re çûn , dengê me'mûrekî tirênê
dihat û digot : "Hevalno, Welehî gelek şerme! Welehî
tişta ku hûn dikin kirête! Qey hûn bîrnabin ku hûn di
dereke "'am" de ne ?!
Mêrik 2-3 caran wilo bakir. Min naskir ku tiştekî li
derveyî edebê çêdibe(hinek li hinekan siwarin).
Bêhnekê ez şiyar mam, Se'dûn di bîra min de bû,dûvre
xewê zora min bir û yek şûhê heta sibihê ez razam.
Sibihê ez xew şiyar bûm ku seet 8 e. Hevalên min jî ji
xew rabûbûn. Heta Mosko hê 2 seet çûn mabûn.
Dîse me behsa Se'dûn kir. Dr. Evdê got : tiştek bi
Se'dûn nayê. Ew bi salan li Sovyet maye û zimanê Rûsî
dizane. Helbet wê bikaribe xwe bighîne Mosko!
Hê em wilo di ştexilîn, keç û xortek di ber me re
derbasbûn. Keçik bi sipehîbûna xwe weke stêrkekê ji
stêrkên ezmanan bû. Lê xort, yekî bêmirês, rengê sûtal
22
- Vagona giştî di tirênê de : Vagoneke hemû li ser hev vekiriyê, bêyî ku
kabîneyên cuda têde hebin.