Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

û 'ewareyan lê diket. Zilamekî Rûsî ku nêzîkî min rûniştî
bû got : Ev bûn, herdukê ku şevêdîtir ew 'îş dikirin!
Min jê pirsî : Ji dil ev bûn ?!


Mêrik got : erê erê ev bûn. Tu nizanî vêga ew çi fi,il û
finas û kar û marên qaçax dikin!


Ez dilehayî mam; ew keçka delal, bi wî zugurd û
'ewareyî re ?!


Di wê rêwetiyê de, em ji lehdekê^23 derbasî lehdeke
dîtir bûbûn, û seet 10 ê sibihê, di 3 yê heyva 11 an de ,
sala 1991 î, tirêna me gihabû paytexta Rûsiya û
yekîtiya Sovyet bajarê "Mosko".


Em ji tirênê peyabûn û me çenteyên xwe danîne ser
erda stasiyonê û çavên me mane li ser gihiştina hevalê
me Se'dûn.


Berf^24 li Mosko ne bû, lê sireke dijwar wê sibihê li wir
dihat. Ew 6 sal bûn ku ez ne hatibûme wir.Di dema
xwendinê de min gelekî hejdikir werme wî bajarî û bi


(^23) - Lehid : Yekşem
(^24) - Herdu rojên pêşî ne têde, lê pişitre berf barî û barî û barî, heta ku Mosko
kirasê xwe yê zivistanê yê sipî li xwe kir.

Free download pdf