Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

vekirin. Dan û standinê di navbera me de destpêkir.
Me ji wan re behsa şixulê ku ji ber hatibûne Mosko kir.
Ji kinarê xwe ve, wan da xuyanîn, ku di warê kolana
bîran de tu kar ne kirine. Lê ewê wî babetî dersbikin, û
ku derfet hebe wê hevkariyê bi me re bikin.


Rûniştina me nêzîka 3 seetan domkir. Ji bilî babetê
şixul ve, gelek şitexalî çêbû. Me behsa sistema
sosiyalîst û desthilata Sovyetî kir. Yekî ji wan
biznismênan got : Vê sosiyalîzmê malik li me xirakir. Û
ew şoreş (şoreşa oktoberê sala 1917 an) ji Rûsyayê re
ne gerek bû!


Min rabû bersiva wî da û got : ez bawernakim ku
sosiyalîzm ta wê derencê xirab be!


Mêrik deynekir û hew deng jê hat. Belkî wî bawer
nedikir ku bersiveke wesa bistîne?


Piştî ku em ji kilûbê derketin,hevalan ji min re gotin :
te qenc bi "Çengo" kir!


Min pirsî : qey ew bi destekî bû?


Birahîm got : erê bi destekî bû,ma te lê ne derxist?

Free download pdf