Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Lê Evdê, qîma xwe bi gotinên xalê xwe ne anî. Hêdî
hêdî û bi bêhneke fereh wî got: Bi xudê, tiştek li wir ne
qewimye!


Me naskir ku Şêxo meyildarê PKK yê, lê Evdê ne weke
wî difikire.


Neyse, em bi rêya xwe re çûn heta em gihane Midyad
û Êstilê. Herdu gund , yan jî herdu bajarok gihabûne
hev. Em derbasî Midyadê bûn, û di Êstilê re derketin.
Raste ew cara pêşî bû ku em di wan herdu bajarokan
re derbasdibûn, lê Êstil û Midyad li ser me ne biyanî
bûn. Çiku me gelek Êstilênî û Midyadî li Qamişlo
nasdikirin. Ji wir, Şêxo berê dolmîşê da bajarê
Batmanê. Bi rê de, me gundekî eserî dît. Di binya wî re
,çemek diherikî. Rizo, yê ku di rex şifêr de rûniştî bû,
pirsî,go : Ev çiye?. Ev kû dere?


Şêxo got :ev Heskîf e ,ew jî Çemê Diclê ye!


Belê; em di ber wî bajarê dîrokî re dibhûrîn, ku xelkê
berî sedên salan medeniyeta xwe bi awakî; qayim,
tekûz, û sipehî di tehtên çiyê de kolabûn. Hê dinya
rehnik bû, em gihane Batmanê. Lê me rêya xwe bi
bajêr ne êxist. Tenê em derbasî benzînxaneyekê bûn ji
boyî dagirtina banzînê,em tevde ji Dolmîsê peyabûn,

Free download pdf