Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

stîstema kevin bûn.Herwesa,ew xemgîn bûn ser
jevdeketina dewleta Sovyetî!


Hevalê me Bavê Nazê jî wesa difikirî. Wî, ew prosês û
guhertinên ku li sovyet çêdibûn bi awakî neyînî
dinirixand. Ez bi xwe ji helwesta wî heyirî dimam, çiku
di çalakiyên xwe yên hizbî de- di partiya komûnîsta sûrî
de-, ew ne alîgirê siyaseta ters û hişk û hola bû.


Sûretekî dîtir jî ji mêhvanan kete ber çavên min. Vêce
ew ji nifşa nû bû, ku berî 2 salan xwendina xwe li
Mosko biribû serî, û li wir karê bazirganiyê dikir. Tişta
me ji xort fêhm kirî, wî perene baş ji xwe re di wan
herdu salan de çêkiribûn, û bi hêvî bû ku kar û ticareta
xwe ferehtir bike.


Bêgoman ew hemû normal e, û ji mafê wî xortiye ku bi
rêyeke rewa û durust heta bêje bes, zengîn bibe.Lê ya
ne normal ew bû; ku xorto xwe li ser têkçûna sîstema
komûnîst li Yekîtiya Sovyte digriyand!


Rizo rabû gotiyê de: bibhûre mamoste.lê komûnîzm û
ticaret tiştekî nabêjin hev!


Xorto hinekî mirûsê xwe kir, lê wî tu ne gote Rizo.

Free download pdf