Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Ka em ji siyaset û edyolociyayê vegerne ser karê kû em
ji ber hatibûne Mosko, ango ser peydakirina kolekên
bîrên avê yên "Artiwazî" : du heftî ser hatina me ya
Mosko re derbas bûn bêyî ku em tiştekî bi dest xwe
bixin. Nataşa û Saşa gelekî li ber me diketin.Wan
hewldidan ku tiştekî ji me re bikin qene em destvala ne
vegerne mal.


Nataşa gelekî di ber me de xebitî. Piştî pirs û lêkolînan,
wê ragihand ku pêwîst e berî her tiştî kompaniyeke^27
hevbeş bi Rûsan re were damezrandin û tomarkirin li
Mosko.


Me dest bi çêkirin û amadekirina kaxezên xwe kir.


Nataşa her û her arîkar bû. Wê parêzerkî nasê xwe ji
me re girt. Pêre pêre, Se'dûn pirsa pisporên kolana
bîrên artiwazî kir. Ji bajarê "Kazan", paytexta komara
Tataristanê ya otonomî, endezyarekî ciyolociyayê bi
navê "Volodya" hate nik me. Wî di warê kolana bîrên
avê de bi salan kar kiribû. Volodya 3 rojan di
mêhvandariya me de ma. Wî belgeyên baş ser kolekên
bîrên artiwazî dane me. Herwesa, wî tekezkir ku dikare
2 kolekan ji Tataristanê ji me re peydabike,helbet bi


27



  • kompaniya : Şirket

Free download pdf