Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

pereyên hazir,û li gorî texmîna wî her kolekek hêjabû
100,000 dolarên Emrîkanî.


Volodya, mirovekî rûsiyî bi goşt û gewdebû.Di
vexwarina vodkayê de, ew hovekî zilaman bû, di her 3
rojên ku li nik mayî, min ne dît ku xew kete çavên wî
hirçê Rûsî de. Ez bi xwe seet li dora 12an diketim xew
de. Rizo û Birahîm dimane heta nêzîkî 2ê şevê şiyar.
Dima Se'dûn- xwediyê malê-, ku çênedibû Volodya
tenê bihêle, û pêre şevbêrk berdewam dikir.


Ez carê sibihan zû ji xew şiyar dibûm.Vêce sibiha
yekem piştî gihiştina Volodya gava ez ji xew rabûm,
min dît ku va ew û Se'dûn hê ne razane, û 2 şûşe vodka
li ber wa ye. Şûşekek jê vale bû, û ya dîtir li ber xilasekê
bû.


Min rabû ji Se'dûn pirsî : ev çima hûn heta niha şiyar
man e?


Se'dûn got : ma ez çi bikin?,mêrik naraze. Ew bê sekin
divexwe û hey divexwe!


Min ji Se'dûn re got : ma ne tu jî pê re divexwî?


Se'dûn got : erê ez divexum, lê ne nîv ribka wî.Ma ez
dikarim weke wî vexum ?!

Free download pdf