Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Herdu şevên dîir jî bi wî hawayî derbas bûn.Ya rastî min
dixwest ku Volodya seetekê berî ya dîtir here,çiku
hevalê me Se'dûn ji hal ketibû, û rewşa malê hemûkî
ketibû qelaqê de.


Roja çaran beriya nîvro, Volodya xatir ji me xwestin û
rahişte çentekê xwe û bi rê ket çû mal.


Ji kinarê xwe ve me soz dayê de ku tiştekî nû bi me re
çêbibe, emê xeberê bidnê de.


Parêzerê me ku mijûl bû bi amadekirina kaxezên
kompaniya yê ve, tekezkir ku her tişt wê di nava
heftiyekê de hazir bibe.


Ji Rûsan, me Nataşa û Saşa kirin hevparên xwe di
damezrandina kompaniyayê de. Dilê me rehet bû ku
kaxezên kompaniya me piço piço çêdibin. Me dîse ji
xwe re pirsî. Ji me re gotin ku hûnê bikaribin kolekan
peydabikin, çiku ji beriya we girûpeke Sûrî hat kolek
birin,û wê niha di warê kolana bîran de li sûriyê
dixebitin.

Free download pdf