Di heftiya paşî de ji mana me li Mosko, me zor da ger
û geştê û rûniştina li rêstoranan^28 , û herwesa kirîna
diyariyan ji zar û zêçên xwe re.
Parêzerê me ragihand ku kaxezên kompaniyayê timam
bûne. Me kompaniya xwe bi navê "Vodopad"^29 li
Mosko tomarkir. Pêwîst bû ku em wê kompaniyayê li
Şamê jî tomarbikin, da em bikarbin li Sûriyê bi awakî
fermî karbikin.
Vêce, me kara vegera xwe kir.Cih ji me her 4 an re di
teyarê de peyda nebûn. Bi tenê, bîlêtek ser balafira-
Airoflot- dane me. Gerek Rizo pê vegerabane mal, lê
telefonek hat ku xanima min ne rehete.Lewra ez berî
hevalan vegerame mal.
Piştî vegera min bi 3 rojan, Birahîm û Rizo û Se'dûn bi
balafirekê ji balafirên wê şirketê gihabûne Şamê.
Me dokûmentên kompaniya xwe li Şamê jî xilaskirin.
Lê xilaskirina wan dokûmentan di wizaretên aboriyê û
derve de ji ber sedema hebûna bîrokratîzm û rotînê, 4
28
29 -^ Restoran : Xwarin-xane^
- Vodopad, gotineke Rûsiyê. Wate ya wê bi kurdî :Avrêj e