Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

heyiv wext xwarin. Paşîkê jî, me kompaniya xwe bi
navê"^30 لالشلا "Li Şamê tomarkir.


Di wê navê re, me pirs û lêkolînên xwe ser kar kirin.
Gerek bû ku em siponserekî ji xwe re peydabikin,ango
em hevparne dewlemend bibînin, da em wan herdu
(2) kolekan bikirin.


Du maldaran xwe dane pêş ku hevkariyê bi me re bikin,
lê keyfa me ji wan re ne hat û me tu xeber li wan ne
vegerand. Em li hevparne saxlem û cirxweş digerehan,
lê her car kesên wilo peydanabin.


Wext dibihûrî û tiştekî nû bi me re ne derket. Ez bi xwe
hino hino bê hêvî dibûm û sirra min di kar de divemirî.
Lê her sê hevalên min dixwestin ku tiştekî bikin,
nexasim piştî wê te'b û xisara ku li çûna Mosko bûyî.


Havîn bi ser me de hat, lê em wilo man. Bi tenê
hewlidaneke taybet ya Se'dûn hebû. Ew jî bê encam
derket.


Mixabin, ew projêya xweşik ku me di ber de ewqa te'b
û xisar kirî ne çû serî. Lê di heman demê de, ew ger û
geşta ku min û hevalên xwe di wê çûna Mosko de kirî,


30



  • الشلال = Vodopad = Avrêj

Free download pdf