Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

da em hinekî bêhna xwe li derve berdin. Hevalê me
Ibrahîm çû telefonî bajêr kir. Herwesa , heval-rêyê me
yê ermenî jî çû telefon kir. Piştî 15 deqîqeyan, mirovên
wan herdiwan hatin. Ehlên Ibrahîm, derketin ji
mala"Şikriyê Emînê Perîxanê" : Keça Şikrî, "Naciye
Xanim" û mêrê xwe û kurê xwe yê 16-17 salî hatin.
Herdu alî,nêzîka çarîkekê li hev civiyan.


Naciye Xanim li Sûriyê hatibû dinyayê. Bapîrê wê
"Emînê Ehmed", piştî şoreşa Şêx Se'îd Efendî sala 1925
an,weke gelek girgirekên kurdan binxet bûbû
Kurdistana Sûriyê. Lê Emîn li wir domnekir. Ketibû serê
wî de, ku Tirk he he 'efwa wî derxin. Lê tirkên bextreş,
li soza xwe quliptibûn,û di sala 1933 an de, ew bi
bêbextî kuştibûn.

Free download pdf