Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Durist bû biryara Şikriyê Emîn, ku bi bavê xwe re ne
vegerehabû serxetê^3. Ew li binxetê^4 mabû heta sala
1953 an. Wê çaxê guhertinên mezin li Tirkiyê çêbûbûn.
Rehmetiyê "Ednan Menderes" û partiya xwe ya
"Demokrat" di hilbijartinên sala 1950 î de, bûbûn
desthilat, û "Îsmet Înonu" ji ser hikim ketibû. Nisbetî
wan Tirkên dîtir, hikûmeta Menders cihê baweriyê bû.
Lewma jî hinga Şikriyê Emîn di sala 1953 an de tevlu
zar û zêçên xwe vegerehayî welêt, tu astengiyên wilo
zor ne hatibûn serê wî.


Şêxo rehitbû.Wî digot: derenge de em herin,û derenge
de em herin. Vêce, me û mirovên xwe yên serxetî xatir
ji hevdu xwestin,û Evdê jî cihê Şêxo di ajotina Dolmîşê
de girt,û ji wê benzîn-xanê me berê xwe da bajarokê
Weyis-elqeran


3+4 - Serxet û binxet : - Di encama peymana "Sayiks-Pîkot" sala 1916 an di
navbera dagirkerên (Ingilîz, Firansawî, û Rûsan de), Kurdistan hatibû parçe
kirin û milletê kurd bê par û bê dewlet mabû. Piştî parçekirina Kurdsitanê
ser xartê, Firansa ku Sûriye xistibû bin mandata xwe de, û Tirkiye ku wêrisê
dewleta Osmanî bû, dest bi danîna xeta wî sînorî di navbera xwe de
kiribûn. Di encamê de, kurdên wan herêmên hidûdî ji hev veqetehabûn.
Behrek ji wan mabûn li jorî wê xetê (li serxetê). Ew bûbûn welatiyên
Tirkiyê. Behra dîtir ji wan, mabûn li binya xetê(li binxetê) .Ew vêce bûbûn


welatiyên Sûriyê. Û wilo, binavkirina "serxet û binxetê" derkete holê. (^3)
(^4)

Free download pdf