Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Reşatî ketibû erdê de û hino hino dinya tarîtir dibû. Em
qederekê çûn, ji nişkave Şêxo got:ev Bişêriya xwar e!
Dûvre, Şêxo got:ev jî Bişêriya Banî ye!


Me bi xwe Bişêrî nasdikir, lê ne ev herdu Bişêriyên ha
bûn. Li vir, ez behsa Bişêriya Qamişlo dikim , ku wan
koçberên kurdên mesîhî, yên ku beriya 60-70 salî terka
welatê xwe kiribûn, navê gundên xwe yên serxetê li
tara xwe ya Qamişlo kiribûn.


Em gihane Weyis Elqeran.


Di cih de jî,em ji dolmîşê peyabûn û me pirsa
xwarinekê ji xwe re kir. Bakî sar li wir dihat. Ji serma û
nêza ez dire'lîm.Em gerehan û ne gerehan,lê me
xwarin-xaneyeke vekirî ne dît. Se'dûn û Rizo çûn hinek
nan û penîr û şîrê di qotîkan de anîn. Me xwar û hinekî
me xwe rehetkir,piştre me rêya xwe berdewamkir.


Ji Weyis-elqeranê me da ser rêya Bedlîsê,ku 57 Km jê
dûr diket. Qonaxa destpêkê ne têde, lê piştre rê ne
xweş bû. Ew rê di nava çiyayên bilind û raserî newalên
kûr re derbas dibû. Xuyabû ku wê êvarê gelek baran li
wê herêmê barî bû.Di encamê de, heriya çiyê hatibû
xwar,ser rêya qîr û zivt. Dolmîşa me vêce, carna ser wê
rê yê batanaş dikir. Bellî bû ku ji wê rêya teng pêve tu

Free download pdf