Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Vêce , em bi kenê mêrik kenîn.


Se'dûn rabû got : yella yella bila Ricûmê bînin!


Se'dûn henek û tinaz dikirin qene em bikenin û şa
bibin.


Ezbenî; taştêya me hat, û weke se'dûn dixwest, Ricûm
anîn. Piştî ku me xwar, me perekê mêrik danêde, û me
bexşîşa gersonan jî da wan, û em rabûne ser xwe û ji
xwarin-xanê em derketin!


Vêce, me qista dolmîşa xwe kir, ku li dikaneke
mîkanîkan nêzîkî sûka pêz dahate çêkirin. Şêxo û Evdê
li wê derê bi çêkirina meqesê ve mijûl bûn.


Seet 9:30, dolmîşa me amade bûbû ji çûnê re.


Şêxo 10% ji kirêya ku ji me standî danî ser çêkirina wî
meqesî. Vêce, wî bi xemgînî digot : di vê hatinê de ez
xisirîm!


Şêxo ajot û me da ser rêya Qersê, serma sibihê çûbû û
rewşa bayê xweş bûbû. Dinya sayî bû û ezmên şîn dikir.
Ji pencera dolmîşê ve, me sûret û dîmenên xiyalî
didîtin, û ne xasim Çiyayê Sîpanê Xelatê 8 ku ji dûr ve
xuyadikir. Rizo, ku bû wê dîtinê hêrs û geş bûbû, got :

Free download pdf