Me bak ji ber serê xwe berda - Zinar Mistefa

(Zinar.mistefa) #1

Seet (8) xwarin-xane vebûbûn. Em jî çûn li yekê ji wan
rûniştin. Taştêya wan: (Nan, penîr, mast, nîvişk, hingiv,
zeytûn, çay, û şorba nîskê bû). Xwediyê xwarin-xanê
kurd bû, lê wî bi kurmancî ne dizanîbû. Lewma jî wî
navên wan xwarinan bi tirkî ji me re xwendin. Gava
mêrik giha ser navê şorba nîskê , wî got: "Mercimk
çorbasi"!


Se'dûn ji min pirsî : vî çi got?


Min lê vegerand : dibêje ku şorba nîskê jî heye.


Se'dûn dîse pirsî : wî bi tirkî çi got?


Min gotiyê : navê wê bi tirkî " Mercimk çorbasi yê"


Se'dûn got: na, ne wiloye. Navê wê "Ricûm e"!


Min jê pirsî : ma te ev nav ji kû aniye?


Se'dûn got : ez dizanim ku navê wê Ricûm e!


Xwediyê xwarin-xanê pirsî : ev çi dibêje?


Min gotiyê : hevalê me dibêje ku navê wê ne "Merimek
çorbesi" ye, lê belê "Ricûm e"!


Pirqênî bi mêrik ket û got : wellehî ev xweş bû. Min bi
xwe jî ew tişt ne dizanîbû!

Free download pdf